Di mehekê de 40 kes li Sine hatin desteserkirin

Di mehekê de 40 kes li Sine hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Tora Mafên Mirova ya Kurdistanê diyar kir, li parêzgeha Sine, di mehekê de 40 kes hatin desteserkirin.

Tora Mafên Mirova ya Kurdistanê eşkere dike, operasyoneke nû ya desteserkirina çalakvan û welatiyên Rojhilatê Kurdistanê destpê kiriye û di wê çarçoveyê de du roj berê du kesên din li bajarê Merîwan hatine desteserkirin û bi vî awayî di mehekê de hejmara girtiyan herî kêm gihîştiye 40 kesan.

Li gor raporta Tora Mafên Mirova ya Kurdistanê, roja 8ê Kanûna 2021ê hêzên ewlekariyê yên Sine, du welatî bi navên Faruq Nîkpey û Mihemed Nîkpey xelkê gundê Nê ser bi bajarê Merîwan desteser kirine. Wek di raportê de tê behskirin, biryara dadgehê ji bo desteserkirina wan her du welatiyan, bi hêzên ewlekariyê re nebûye û heta niha jî nayê zanîn li ku derê desteserkirî ne.

Tora Mafên Mirova ya Kurdistanê herwiha destnîşan dike, di hundurê meha borî de, tenê li gundê “Nê” yê Merîwan hêzên ewlekariyê 8 welatî desteser kirine û ji 11ê Mijdara 2021ê ve operasyoneke nû ya welatiyan destpê kiriye û hêzên Îtlaatê li parêzgeha Sine herî kêm 40 kesên xelkê bajarên Bane, Seqiz, Merîwan û Sine desteser kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin