PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê bûyerên Zanîngeha Bogazîçiyê de ku xwendekar rektorê wî tayîn kiriye protesto dikin de daxuyanî da.
Erdogan careke din gef xwarin û li ser daxwaza îstifa kirina rektor Melîh Bulu got, “Di televizyonan de dibêjin, bila Melîh Bulu îstifa bike, heger cesaret bikin wê bêjin bila serokomar jî îstifa bike.”
Erdogan li ser daxuyaniyên Amerîka û Ewropayê yên şermezarkirina destwerdan û girtina xwendekaran jî bertek nîşan da û ji bo daxuyaniyên Amerîkayê got, “Ji Amerîkayê re vê dibêjim, gelo hûn ji bûyerên beriya hilbijartinan li ser navê demokrasiyê şerm dikin yan na?”
Serokomarê Tirkiyê di axaftina xwe de, jina aktivîst û karsazê girtî Osman Kavala ya mamosteya Zanîngeha Bogazîçiyê jî hedef nîşan da û îdia kir ku ti eleqeya wan bûyerên li Bogazîçiyê bi xwendekaran re nîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin