Serok Barzanî, ligel Hadî Amîrî hevdîtin kir

Serok Barzanî, ligel Hadî Amîrî hevdîtin kir

PeyamaKurd- Serok Mesud Barzanî, Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî qebûl kir. Hat ragihandin ku di hevdîtina hatiye kirin de li ser çareseriya pirsgirêkên siyasî guftugo hatiye kirin.

Ji aliyê ofîsa Serok Barzanî ve hat ragihandin ku di hevdîtina Serok Mesûd Barzanî ya ligel Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî de li ser pêşhatên dawî û astengiyên li pêşiya proseya siyasî ya Iraqê, nirxandin hatine kirin.

Hat zanîn ku Serok Barzanî û Hadî Amirî, di hevdîtinê de tekezî li ser wê pêwîstiyê kirine ku aliyên siyasî ji bo çareserkirina pirsgirêkan gavên erênî bihavêjin. Her wiha di hevdîtinê de hatiye destnîşankirin ku aliyên siyasî, ji bo derbasbûna ji qeyrana siyasî hewil bidin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin