Li Îsraîlê artês û hikûmet li ser mijarekê li hev nakin

Li Îsraîlê artês û hikûmet li ser mijarekê li hev nakin

PeyamaKurd – Serfermandarê Îsraîl Herzî Haleviyê ku got, ji bo li nexweşxaneyan bê bikaranîn wê sotemeniyê bişînin Şerîda Gazzeyê, ji aliyê Serokwezîrtiyê ve hat redkirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Benjamin Netanyahu veguheztinek bi vî rengî erê nekir.

Mazota li Gazzeya ku qeyrana tenduristiyê lê derketiye, ji ber astengiya Îsraîlê nikare radestî herêmê bê kirin. Her çendî Serfermandarê Îsraîlî Halewî ragihandibû ku wê dîsa destûr bê dayîn ketina sotemeniyê jî, Serokwezîrtiyê got, geşedaneke wiha çênebûye.

Li Îsraîlê di navbera Serokwezîrtî û Serfermandariya Giştî de li ser dayîna "mazot" a ji bo Şerîda Gazzeyê nakokî heye. Serfermandarê Îsraîlê Herzî Halewî di daxuyaniya xwe de diyar kir, eger sotemenî biqede, wê destûr bê dayîn ku sotemenî ji bo Gazzeyê were şandin da ku li nexweşxaneyan were bikaranîn û wiha got:

"Heya niha me destûr nedaye ketina sotemeniyê. Em her roj rewşa Gazzeyê kontrol dikin. Zêdetirî hefteyekê ye ji me re dibêjin sotemeniya nexweşxaneyan wê biqede, lê hê bi dawî nebûye. Dema ku ew roj hat wê sotemenî ji bo ku negihêje armancên leşkerî yên Hamasê ji bo nexweşxaneyên di bin çavdêriyê de bên veguheztin em ê her tiştî bikin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin