Li diji otomobêla YBSê êrisa dronî

Li diji otomobêla YBSê êrisa dronî
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li sînorê parêzgeha Neynewayê, li dijî otomobêleke Yekîneyên Parastina Şengalê (YPŞ) bi dronê êriş pêk hatiye.

Rêveberê nahiyeya Sinûnê ya navçeya Şengalê Xwedêda Çukê ragihand ku îro piştî danê nîvro, li gundê Qesirkê yê navçeya Wirdiyeyê, li dijî otomobêleke YPŞ bi dronekê êriş pêk hatiye.

Xwedêda Çukê da zanîn ku li gor agahiyên ku gihîştine ber destê wan, di encama êrişê de kesên di otomobêlê de birîndar bûne û ew rakirine Nexweşxaneya Şengalê.

Rêveberê nahiyeya Sinûnê Xwedêda Çukê diyar kir ku cihê êriş lê pêk hatiye dikeve nav axa nahiyeya Til Uzêrê ya qezaya Beace ya parêzgeha Neynewayê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin