PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li ser erkdarkirina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û di çarçoveya yasaya çaksaziyê de, Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalan wê hîbe û bexşên zêdetirî 13 hezar kesên bi neheqê wan pereyan werdigirin were birîn.
Hat diyarkirin ku wê ev yek bi biryara Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalan pêk were û li gor wê biryarê ji vê mehê û pê ve pişk û bexşîna wan 13 hezar û 282 kesan hatiye birîn.
Çend roj berê jî Wezareta darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê, di çarçoveya bicihanîna yasaya çaksaziyê de, mûçeyê zêdetir ji 10 hezar û 600 kesan hat qutkirin ku xwedî du mûçe û zêdetir bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin