Li Silêmaniyê agir bi navendeke danûstandinê ket

Li Silêmaniyê agir bi navendeke danûstandinê ket

PeyamaKurdLi navçeya Arbêt a parêzgeha Silêmaniyê agir bi navendeke danûstandinê ket.

Li gorî zanyariyên destpêkê derengiya şevê agir bi navendeke danûstandinê ya kargehan li navçeya Arbêtê kete ku hîn sedema wê nediyar e.

Tîmên şaristaniyê yên vemirandina şewatê agir vemirandine, lê ziyaneke mezin a madî şewatê bi xwe re aniye.

Çavkaniyên deverê dane zanîn ku qata binê navenda kargehan bi temamî şewitî ye, lê tîmên agirvemirandinê nehiştine agir li qatên din belav bibe.

Hate ragihandin ku xebatên bo tespîtkirina ziyana şewatê dest pê kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin