PeyamaKurd- Li Diyarbekirê kongreya İYİ partiyê çêbû û serokê berê Vejdin Ensarioğlu car din bû serokê şaxa partiyê. Bi sedema pandemiyê kongre li baxçeyekî biçûk çêbû û li gor tedbîrên pandemiyê tedbîr hatin sitendin û hatkirin.
Ensarioğlu ragihand ku bi sedema pandemiyê ji navendê kes nehatiye kongreyê û weha got:
“Mixabin bi sedema tedbîrên pandemiyê me bi dilê xwe kongreyê nekir. Tenduristiya we û ya xelkê, berya her tiştiye. Em mecbûr man bi jimareka kêm di vê seha vekirî de kongreya xwe bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin