PeyamaKurd – Li gor nûçeya malpera Axios a Amerîkayê, îstixbarata Îsraîlê wisa difikire ku Îranê biryar daye rasterast êrişî Îsraîlê bike û dikare di nava çend rojan de vê yekê bike.
Çavkaniya han eşkere kir ku ev êrîş dibe berteka li hember kuştina Îsmaîl Heniyye berpirsê mekteba siyasî ya Hamasê li Tehranê di dawiya meha Tîrmehê de. Îsraîl berpirsiyariya bûyerê negirt û ne jî red kir.
Welatên rojavayî û Erebî zextê li agirbestekê li Xezzeyê dikin da ku rê li ber berteka muhtemel a Îranê li dijî Îsraîlê bigirin ku ragihand, ew ê beşdarî civîneke ku tê çaverêkirin roja Pêncşema bê li Doha an Qahîreyê were lidarxistin, ji bo tijîkirina "valahiyên mayî" di peymana agirbestê de ye.
Di daxuyaniya ku rojek berê ji aliyê Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ve hatibû dayîn de hat ragihandin ku Netanyahu bersiva banga serokên Amerîka, Misir û Qeterê ya ji nû ve destpêkirina muzakereyên ji bo agirbestê û berdana rehîneyan daye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin