PeyamaKurd – Li Îranê li eyaleta Sîstan-Belûcistanê li bajarê Serbazê polîs xwestiye 2 kesan bide rawestandin lê ji ber nesekinîne polîs bi çekan li wan xistiye û xelkê ku li wê derê kom bûye, gelek hêrs bûye û ereba polîsan wergerandiye û agir bera erebê dane.
Li ser bûyerê cîgirê rêvebirê asayîşa eyaleta Sîstan-Belûcistanê Ali Rahimi ragihandiye ku di bûyerê de 2 kes birîndar bûne û di mijarê de dest bi lêpirsînê kiriye. Rahimi weha gotiye:
“Em ê kesê bûyerê kiriye tesbît bikin û bi awayekî giran ceza bikin. Em ê di derbarê bûyerê de di wexteka nêz de agahiyê bidin raya giştî.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin