NH ji Tirkiyê daxwaz kir ku 2 derî vekirî bimînin

NH ji Tirkiyê daxwaz kir ku 2 derî vekirî bimînin

PeyamaKurd- Neteweyên hevgirtî ji Tirkiyê daxwaz kir ku 2 deriyên navbera Tirkiyê û Sûriyê vekirî bihêlin da ku karibin alîkariya mirovî bigihînin xelkê Idlibê. Neteweyên Hevgirtî weha ragihand:

“Eger van mirovan neyên parastin, wê felaketa sedsala 21 ê ya herî mezin bijîn.”

NH, bo 900 hezar kesên ku ji Idlibe ji ciyên xwe bûne û bo 3 mîlyon kesên din bi tevahî 3 mîlyon û 900 hezar kesî, di ser Tirkiyê de alîkariyê dişîne Sûriyê. Alîkarî di ser 4 deriyan de diçe û bo zêdetir alîkarî here, divê herî kêm 2 deriyên li ser sînorê Tirkiyê vekirî bimîne.

Heya niha di ser 4 deriyan de alîkarî diçû Sûriyê lê  îhtîmal heye ku 2 derî ji wan bên girtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin