PeyamaKurd – Saziya îstixbarata Etiyopyayê, pûçkirina planeke terorîstî ya li dijî balyozxaneya Îmarata Mîrgehên Erebî ya Yekgirtî ya li paytext Addis Ababa, eşkere kir.
Zanyarî diyar dikin, hêzên ewlehiya Etiyopyayê, 15 kes bi tohmeta hewldana êrîşa ser balyozxaneya Îmaratê girtin.
Herwiha, li gor çapemeniya Etiyopyayê, ew kesên hatine girtin li gel wan gelek cureyên çek û teqemeniyê jî hatine girtin.
Îstixbarata Etiyopyayê amaje bi wê yekê jî kir, ku terorîstên hatine girtin ferman ji komeke terorîstî ya biyanî werdigrin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin