PeyamaKurd – Cîgira Serokê Amerîka Kamala Harris, do Çarşemê diyar kir, ew ê hewl bidin ku Îranê ji Komîsyona Neteweyên Yekbûyî ya Statuya Jinê (CSW) ya bi 45 endamî derxînin.
Harris di civêna Komîsyona Neteweyên Yekbûyî ya Statuya Jinê de axivî û got, ew ê ji ber înkarkirina mafên jinan û eciqandina tund û tûj ya xwepêşanderan pêngavê bavêjin û bizava derxistina Îranê ji komîsyona 45 endamî bikin.
Herwiha Harris bi daxuyanîyekê eşkere kir: “Bi bawerîya Welatên Yekbûyî yên Amerîka ku mafê tu dewletên sîtemkar, mafê keç û jinan bi awayekî sîstematîkî binpê dike tuneye di qada navnetewî de û di komîsyoneke NY de cih bigire ku ji bo parastina heman mafan hatine damezrandin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin