Bi mûsekan Hesda Seibî êrîsî Fermandariya Operasyonên Enbarê kir

Bi mûsekan Hesda Seibî êrîsî Fermandariya Operasyonên Enbarê kir

PeyamaKurd – Heşda Şeibî, bi mûşekan êrîşî Fermandariya Operasyonên Enbarê kir. Di encamê de, 4 serbaz birîndar bûn.

Li gor zanyariyên ji medya Iraqê, piştî Fermandariya Operasyonên Enbarê biryar da wêne û alayên hemû koman li parêzgehê ji holê rake û tenê ala Iraqê bimîne, di navbera Heşda Şeibî û Fermandariya Operasyonên Enbarê de pirsgirêk derket û bi rêya mûşekan baregeha fermandariyê hat armanckirin û çar serbaz birîndar bûn.

Serkideyekî Heşda Şeibî berî niha gefa destbirîna Fermandarê Giştî yê Operasyonên Enbarê xwaribû, eger wêneyên Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Muhendîs ji ser cadeyan rake.

Herwiha Serokwezîrê Iraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Mistefa Kazimî biryar da, lijneyeke lêkolînê were pêkanîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin