Amerîka (DYA) ji bo Reîsî peyama taziyê ji Îranê re sand

Amerîka (DYA) ji bo Reîsî peyama taziyê ji Îranê re sand

PeyamaKurd -  Wezareta karên derve ya  Amerîka (DYA) ji bo wefata serokê Îranê Îbrahîm Reîsî, wezîrê karên derve yê Îranê Huseyin Emir Abdullahiyan û heyeta bi wan re ku di qeza helîkopterê de mirin, peyama taziyê ji Îranê re şand. (20 Gulan 2024). Di peyama taziyê de hat gotin:

“Amerîka bi sedema serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, wezîrê karên derve yê Îranê Huseyin Emir Abdullahiyan û endamên din yên heyetê ku li rojavayê bakûrê Îranê di qeza helîkoterê de mirin, taziyên xwe yên fermî arasteyî Îranê dike.”

Ji bilî Reîsî û Abdullahiyan di helîkopterê de parêzgerê bajarê Tebrîzê Malik Rahmeti, nûnerê raybet yê Ayetullah Xamaney yê Tebrîzê Muhammed Ali Al- Haşim, 2 zabitên din hebûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin