PeyamaKurd – Li gorî daneyên lêkolînan herî zêde li Bulgaristanê cîgare tê kêşan û piştre jî Yunanistan û Tirkiyê tê.
Li gorî daneyên lêkolîna EUROSTATê li welatên Ewropayê herî zêde li Bulgaristanê cîgare tê kêşan û piştî Bulgaristanê jî Yunanistan û Tirkiyê tên.
Li Bulgaristanê rêjeya kesên ku rojane cîgare dikêşin 28.2 ji sedî ye. Macaristan jî bi rêjeya 25.8 ji sedî di rêza sêyem de cî girt.
Saziya Çavdêriya nûçeyan Ajanas Press (AP) jî nûçeyên derbarê cîgareyê de derketine berhev kirin.
Li gorî daneyên APyê sala borî derheqê cîgareyê de 55 hezar û 320 nûçe hatin belavkirin û di nava van nûçeyên de herî zêde derbarê pakêtên cîgareyan yek tek tîp de nûçe hatine weşandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin