PeyamaKurd - Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê, ji ber ku di girtîgehên heyî de cih nemaye dewleta Tirkiyeyê biryar da ku 5 girtîgehên nû çêkin.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi tevahî 403 girtîgeh hene û kapasîteya wan 295 hezar û 328 e, lê belê di van girtîgehan de 342 hezar û 526 kes hene.
Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê ji bo çêkirina 5 girtîgehên din karên yasayî temam kirin û bi kompaniyan re peyman îmze kirin.
Girtîgehên nû wê li parêzgehên Sêrt û Dêrsimê yên Bakurê Kurdistanê û parêzgehên Zonguldak, Kutahya û Gîresunê yên Tirkiyeyê bên avakirin.
Pereyên ku ji bo çêkirina van girtîgehên nû hatine dabinkirin; ji bo ya Sêrtê 819 milyon û 571 hezar lîre (24 milyon û 250 hezar dolar), ji bo ya Dêrsimê; 909 milyon lîre (Nêzîkî 27 milyon dolaran), ji bo ya Zonguldakê 837 milyon lîre (nêzîkî 25 milyon dolaran), ji bo ya Kutahyayê 124 milyon û 976 hezar lîre (3 milyon û 700 hezar dolar) û ji bo ya Giresunê jî 780 milyon û 895 hezar lîre (23 milyon dolar)
Di 2021ê de ji bo girtîgeha ku wê li Kutahyayê bê çêkirin bi 17 milyon û 528 hezar lireyan peyman hatibû îmzekirin, lê belê nehatibû temamkirin.
Her wiha di 2021ê de ji bo girtîgeha ku wê Gîresunê bê çêkirin bi 72 milyon û 300 hezar lireyî peyman hatibû îmzekirin, lê belê ew jî nehatibû temamkirin.
Di 2002yan de 59 hezar û 429 girtî hebûn
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di 2002yan de 59 hezar û 429 girtî hebûn, lê belê niha hejmara girtiyan gihştiye 342 hezar û 526an.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin