Ji Çavusoglu daxuyaniya Rojava: Em ê berdewam bikin

Ji Çavusoglu daxuyaniya Rojava: Em ê berdewam bikin

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu li Bukreşê civîneke çapemeniyê li dar xist. Çavuşoglu di daxuyaniyê de bal kişand ser şerê li dijî Rojava û bangên ku ji bo Tirkiyeyê tên kirin û da zanîn ku ew ê berdewam bikin.

Wezîr Çavuşoglu bal kişand ser piştgiriya Amerîkayê ya bi rêya hevpeymaniyna û got,

“Em ê bibêjin siya xwe ji pêşiya me hilîne, bes e. Piştgiriya hin hevpeymanan bi taybetî jî Amerîkayê ji bo rêxistinên terorê yên li Suriyeyê re eşkere ye. Divê dawî li van piştgirîyan bînin. Bi gotina mafê Tirkiyeyê ye ku ewlekariya xwe bi xwe biparêze û li dijî terorê şer bike, lê gotinên hiqûqa navneteweyî, sivîl û her wekî din…

Em hewildanên astengkirina Tirkiyeyê yên wekî ji hewayê gulebaran bikin lê ji bejahiyê ve nekevin hundir, dibînin. 

Me bersivên pêwîst dane. Em ji hevalbendên xwe hêviyê dikin. Em naxwazin daxuyaniyên ku terorîstan wekî mexdûr nîşan didin bibihîzin. Ne tenê Swêd û Finlandiya, ew welatên din ên NATOyê jî wekî mînak nîşanî me didin. Ew rast in. Di tekoşîna li qadan de em dewleteke jêhatî ne, em ê bi ser bikevin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin