Pentagon: Tu pêwendiya me bi helîkoptera HSDê ve tune

Pentagon: Tu pêwendiya me bi helîkoptera HSDê ve tune

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) diyar kir, tu pêwendiya wan bi wê helîkoptera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve tune ku li Duhokê ketiye xwarê.

Pentagonê piştî hefteyekê ji bûyera ketina helîkoptera hêzên HSDê li Başûrê Kurdistanê da zanîn, artêşa Amerîka tu zanyarî derbarê çûna helîkoptera HSDê nebûye.

Berdevkê Pentagonê General Patrîk Rayder di konfranseke rojanamevanî de da zanîn, Amerîka tu pêwendî ya beşdarî di geşta helîkoptera HSDê de tune.

Patrîk Rayder eşkere kir: “HSD hêzeke serbixwe ye û bi xwe operasyonîn taybet dike. Artêşa Amerîka berdewam hevbeşa HSDê ye di operasyonên jinavbirina DAIŞê de ye. Ne Amerîka û ne Hevpeymaniya Navdewletî pêwendî bi bûyera wê helîkopterê nebûne, yan tu zanyariyên wan nebûne berî ku helîkopter bi rê bikeve.”

Di 15ê Adarê de li herêma çiyayî ya gundê Biryat a girêdayî navçeya Çemankê ya navçeya Amedî ya Duhokê 2 helîkopterek ku endamên HSDê tê de bûn ketibûn xwarê.

Hêzên ewlekariyê yên ku çûn herêmê, di serî de cenazeyên 7 kesan ku 3 jê jin bûn, dîtin. Piştre 2 cenazeyên din ên endamên HSDê hatin dîtin û şandin Saziya Tipa Edlî.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihandin, 2 helîkopterên di nav de endamên Yekîneyên Antî Teror (YAT) jî hene ku ji bo perwerdeyê ji Rojavayê Kurdistanê çûbûn Silêmaniyê, ji ber şert û mercên hewayê ketine xwarê.

HSDê destnîşan kir, di her du helîkopteran de 9 şervanên bi fermandariya fermandarê Yekîneyên Antî Terorê Şervan Kobanî canê xwe ji dest dane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin