PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser hewlên darbeyê yên şeva borî piştevaniya xwe ji bo Şah Abdulla û Şanişîna Urdinê ragihand.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya li ser medya civakî de got: “Em hemû piştgiriyekê bo xwedî şan, Şah Ebdullahê Duyem, Şahê Şahnişîniya Urdin a Haşîmî, xanewadeya Şahane û aramî, asayiş seqamgiriya Urdinê û gelê wê dûpat dikin. Her tim dilê me li gel (gelê Urdinê) ye û Xwedayê mezin biparêze.”
Nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, “Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser hewla şeva borî ya darbeyê piştgiriya xwe ji bo Şahê Urdinê Şah Abdullah radigihîne û diyar dike ew piştgîrî û piştevaniya xwe û ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Şahnişîniya Urdinê û biryar û hewlên Şah Ebdula re re ji bo parastina aramî, aştî û ewlehiyê li wî welatî re eşkere dikin.
Şeva borî medya Urdinê belav kir ku hikûmeta Urdinê hewleke derbeyê şikandiye û 20 kes bi tometa têkdana ewlehiya welêt desteser kirine.
Hewiha birayê Şah Abdulah, Mîr Hemze bin Husên niha di hepsa malê de ye. Piştî vê hewlê, gelek welatên Kendava Erebî, Misir, Amerîka, Erebistana Siûdî û Ewropayê piştgiriya xwe bo hewldanên Şah Abdulah yên ji bo aştî û aramiya welat diyar kirin û bal kişandin ser aramiya Urdinê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin