Kuliyan 15 navçeyên welat dan ber xwe

Kuliyan 15 navçeyên welat dan ber xwe

PeyamaKurd – Li welatê Afrîka Kenyayê kuliyan li seranserê welat ji 47 navçeyan 15 dane ber xwe.

Wezîrê Çandiniyê yê Kenyayê Peter Munya, ragihandiye ku kuliyan ji 47 navçeyan 15 navçeyên welat dane ber xwe û ew niha têkoşîna dijî refên kuliyan didin.

Munya, daye xuyakirin ku wan rêkarên pêwîst girtine lê hê jî xetereya kuliyan berdewam e ku bandoreke xirab li ser berhemên çandiniyê dikin.

Li gorî Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya Xurek û Çandiniyê (FOA) ji bo têkoşîna dijî kuliyan pêwîstî bi 38 milyon dolaran heye.

Niha kulî li welatên Afrîka Etiyopya, Kenya û Somalê belav dikin ku çav li rê ye bigihîjin heta Başûrê Sûdan, Tanzanya û Ûgandayê jî.

Refên kuliyan ên 40-80 milyonan tenê di rojekê de xurekên têro 35 hezar mirovan bikin tune dikin û bi leza 150 kîlometran jî rê diçin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin