Li Kîevê hejmarek welatiyên Kurd asê man

Li Kîevê hejmarek welatiyên Kurd asê man

PeyamaKurd Li Kîevê hejmarek welatiyên Kurd ku ji bo xwendinê çûne Ukraynayê, ji ber êrîşa Rûsyayê asê mane.

Welatiyê Zaxoyî yê bi navê Ehmed Çolî Elî K24ê re eşkere kiriye, îro beriya nîvro bi birayê xwe yê bi navê Mistefa ku li Ukraynayê ye, axiviye û birayê wî jê re gotiye ku ber bi Polandayê bi rê ketine.

Birayê wî herwiha diyar kiriye, nêzîkî 20 heta 30 ciwanên Kurd niha li Ukraynayê ne û ew li wê derê asê mane.

Ehmed Çolî Elî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz kiriye, alîkariyê bi birayê wî û Kurdên li wir asê mane bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin