Miriyên bendava Brezîlyayê gihan 100 î

Miriyên bendava Brezîlyayê gihan 100 î

PeyamaKurd- Bi sedema roxana bendava madenê ya li bajarê Brumadinho ya Brezîlyayê jimara miriyan giha 100 kesan. 259 kes jî wenda ne û ji wan ti agahî tineye. Heya niha polîs karibiye nasnameya 51 kesan tesbît bike.

Xebata lêgerîna kesên wenda bi sedema barana zêde, bo demkî hatiye rawestandin. Ji xebatkarên madenê 3 endazyar bi sedema îhmala wan heye hatine girtin.

Şîrketa madenê Vale SA bo her kesê ku di qezayê de jiyana xwe daye wê 26 hezar û 400 dolar tazminat bide malbatên wan.   

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin