Pistî tehdîda Îranê, Îsraîl difikire ku parastgehên bin erdê veke

Pistî tehdîda Îranê, Îsraîl difikire ku parastgehên bin erdê veke

PeyamaKurd – Piştî Îsraîlê li balyozxana Îranê ya Şamê xist û tê de du generalên Îranê yên ku ji dewleta Îranê girîngbûn hatin kuştin, Îranê Îsraîlê tehdîd kir. Li gor medya Îsraîlê, dewlet difikire ku ji nûh de wan parastgehên bin erdê yên ku dema talûkê de ku xelk xwe lê bicîh dike da xwe ji êrîşan biparêze, veke.

Parastgehên Îsraîlê gelek zêde hene û di dema krîza kendavê ya sala 1991an de xelkê xwe di wan de diparast.

Li gor malpera Îsraîlê ya bi navê "Walla" ragihand ku li devera Guş Danê an ku Devera Mezin ya Telavivê, rêvebir difikirin ku îşev parastgehan vekin.

Li gor ragihandina kanala tv yê ya Kanal 12; serokê berê yê îstîxbarata leşkerî yê Îsraîlê Amos Yadlin gotiye:

“Eger Îran rast e rast fuzeyan bavêje Îsraîlê mumkine. Dibe ku Hîzbûllahê roja Îna herî dawiyê ya hefta meha Remezanê an ku 2 rojên din ji bo şer bide destpêkirin fermanê sitendibe.”

Rojnama Maarivê jî ragihandiye ku hêzên hewayî yên Îsraîlê bi sedema ku dibe Îran di demekî nêz de bersiva êrîşa balyozxana Îranê ya Şamê bide, artêşê xistine nav rewşa hewarê.

Her weha artêşê ragihandibû ku ji bo sîstema hewayî ya Îsraîlê xwurt bikin, dibe ku bangî hêzên yedek an ku îhtiyadî yên artêşê bikin da herin nava artêşê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin