Li Brazîlê hejmara qurbaniyen lehiyan gihîste 150yî

Li Brazîlê hejmara qurbaniyen lehiyan gihîste 150yî

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li Brazîlê ji ber lehiyên dijwar hejmara kesên canê xwe dane gihîştiye 150. Her wiha 112 kes jî winda ne.

Li Parêzgeha Rio Grande do Sulê ya li başûrê Brazîlê du hefteye baraneke dijwar dibare û li gellek deveran lehî radibin û ziyana malî û candanî jî her ku diçe zêde dibe.

Hat ragihandin ku hejmara birîndaran bûye 807, lehiyan bandor li 2 milyon 120 hezar kesan kiriye û 620 kesan jî ji cih û warê xwe koç kiriye.

Herwiha hat diyarkirin 80 hezar kes hatine rizgarkirin û xebatên rizgarkirinê didomin.

Ji aliyê din ve welatî çaverêne ku Serokê Dewletê Luiz Inacio Lula da Silva plana alîkariyê ragihîne.

Parêzgarê Rio Grande do Sulê gotibû, “Ev bûyera herî wêranker a dîroka parêzgehê ye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin