PeyamaKurd - Balyozên 8 welatên ên li Enqerê ji bo ger û geşteke nasînê serdana Amedê kirin. Di çarçoveya serdanê de balyoz li cihên geştyarî û tarîxî yên Amedê geriyan û bermahiyên dewlemend ên çand û dîrokê ji nêzîk ve dîtin.
Balyozên 8 welatan ên li Enqerê yên Brîtanya, Polonya, Îran, Kazaxistan, Hîndîstan, Romanya, Kibrisa Bakur û Kirxizîstanê li Tirkiyê, serdana Ameda bakurê Kurdistanê kirin.
Balyozê Ûkraynayê li Enqerê Andrii Sybiha amaje kir ku dîroka Amedê ya zindî û avahiyên dîrokî bandoreke mezin li wî kiriye.
Nûnerê Wezareta Derve ya Tirkiyeyê li Amedê Mete Yagli jî diyar kir ku ew dixwazin bazirganiya bi van welatan re di warê geşt û guzariyê de jî were pêşxistin û kompaniyên geştê ê van welatan bo sala 2020ê bêne Amedê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin