PeyamaKurd – Hemşîreyeke ji Çînê ku li dijî vîrusa koronayê têdikoşe vîdyo peyamek belav kiriye ku tê de dibêje, tenê li herêma eyaleta Hubeî vîrus herî kêm li 90 hezar kesan bandor kiriye û rêveberiya Çînê rastiyan vedişêre.
Li gorî vîdyo peyama hemşîreya Çînî ku bi cilûbergên karantînayê tomar kiriye, vîrusa koronayê li herêma wan herî kêm bandor li 90 hezar kesan kiriye û derfetên wan ên pêşwazîkirina nexweşan jî pir kêm bûne.
Hemşîre dibêje, rêveberî amarên nerast belav dike û lave dike ku ji bo pêşîgirtina belavbûna vîrusê li ser medya civakî kampanyayan çêkin daku maske, berçavk û cilûbergên xweparastina ji vîrusê bigihînin nexweşan.
Li gorî hemşîreya çînî derfetên pêşwazîkirina nexweşan êdî li ber tunebûnê ne li herêma wan û heger tedbîr neyên standin vîrus ji her kesekî belavî 14 kesan dibe.
Li gorî amarên fermî yên dewleta Çînê vîrusa korona heta niha li hezar û 195 kesan belav bûye û li bajarê Wuhanê jî nexweşxaneyeke 300 cihê razanê ya taybet bo nexweşên vîrusê tê avakirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin