Îngîltere, Tirkiyê hevparekî ku qet jê nabin ragihand

Îngîltere, Tirkiyê hevparekî ku qet jê nabin ragihand

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Îngîltere James Cleverly, behsa xwurtkirina pêwendiyên bi Tirkiyê re kir û got ku Tirkiye welatekî wisaye ku em qet dev ji hevkariya wê bernadin.

Cleverly, ragihand ku têkiliyên wan bi Tirkiyê re zêdetir bûye û bende ne ku îsal ji 4 mîlyonan zêdetir kes ji Îngîltere seredana Tirkiyê bikin. Hem hecma bazirganiya navbera her dû dewletan jî zêdetir bûye.

Ragihandina Cleverly, ket piştî hevdîtina bi wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan û di civîna çapemeniyê de ragihandina xwe kir. Cleverly axaftina weha dewam kir:

“Kesên ji Tirkiyê hatine û li welatê me dijîn li dora nîv milyonî ne. Ew jî riha refahê û geşiyê didin civaka me. Em ê her dû dewlet dê bi hev re bixebitin û ji bo çareseriya pirsgirêkên navdewletî dê hevkariya me dewam bike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin