PeyamaKurd – Li gor ragihandina fermandariya cendirmeyan ya bajarê Mersînê, ji Mersînê tîmên cendirmeyan şandine 2 bajaran û 7 kesên gumanbarên rêxistina PKK/KCK ê xistine binçav. Di ragihandinê de hat gotin ku kesên binçav kirine yên bajarên Mersînê û Şirnexê ne.
Di avêtina ser malan de dibe alavên dîjîtal xistibin dest lê di wan alavan de çi hene nayê zanîn. Îfadeyên 7 kesên binçavkirî li baregeha cendirmeyan tên sitendin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin