PeyamaKurd – Li parêzgeha Dera ya li başûrê Sûriyê, Îsraîlê 2 xalên artêşa Sûriyê bombebaran kirin.
Li gor ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê “SANA” bi zimanê jêderekî leşkerî da zanîn, Îsraîlê îro di saet 01:35an de ji aliyê Golanê ve êrîşeke asmanî pêk anî û 2 xalên artêşa Sûriyê yên li derdora Derayê kir armanc û di encama êrîşa Îsraîlê de, tenê ziyanên madî çêbûne.
Herwiha Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de da zanîn: “Balafireke şer a artêşa Îsraîlê sekoyên avêtina moşekan li Sûriyê bombebaran kir ku ji wan ve moşek ber bi xaka Îsraîlê ve avêtibûn.”
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan eşkere kir, ji girê Cimoh ê li parêzgeha Derayê êrîşeke moşekî li ser Golanê hate kirin û di bersivê de jî, Îsraîlê girê Cimoh topbaran kir.
Rewangehê diyar kir, di encama êrîşa Îsraîlê de, kuştî û birîndar di nava artêşa Sûriyê de hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin