PeyamaKurd – Rêvebirê CIA yê Bill Burns di seredana xwe ya Moskovayê de, bi serokê Rûsyayê Vladimir re li ser leşkerên ku Rûsya wan şandiye ser sînorê Ûkraynayê axifî. Burns li ser şandina leşkeran, endîşa xwe aniye ziman.
Çavkaniyên ku ji bo tv ya CNN ê ragihandine dibêjin; ku wexta Burns li Moskova bûye, bi rêya telefonê bi Putin re axifiye. Burns gotiye ku divê Rûsya armanca xwe ya di mijarê de aşkera bêje.
Li ser mijarê, berdevkê Kremlînê Dimirty Peshkov hevdîtinê piştrast kir. Peshkov pirsên CNN ê weha bersivand:
“Têkiliyên duqolî, di bicîhanînên rewşa krîzan de û di munaqaşên li ser şerên herêmî û dayîn û sitendinên ramanî kirin. Di axaftinê de her weha li ser êrîşên sîberî hat axaftin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin