Agir bi dukkana fisekên hewayî ket û 12 kes mirin

Agir bi dukkana fisekên hewayî ket û 12 kes mirin

PeyamaKurd – Li welatê Hindistanê li eyaleta Karnataka di dukkanekî fişekên hewayî de şewat derket û di encamê de 12 kes mirin. Sedema derketina şewatê nehat zanîn û gelek erebeyên li der û dorê zerarê dîtin. Şewat di demkî kurt de hat vemirandin lê encam xerab bû. Ragihandina nûçeyê ji terefê ANI Newsê de hat kirin.

Di ser platforma medya civakî Xê de serokwezîrê eyaleta Karnatakayê Siddaramaiah parvekirinê kir û ew jî got ku di şewatê de 12 kes mirine. Siddaramaiah ragihand ku wê ciyê bûyerê ziyaret bike û ji malbatên candayiyan re sersaxiyê xwest.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin