PeyamaKurd – Cîgirê serokkomarê Tirkiyê Fuat Oktay ragihand ku li herêma erdhejê heya niha 6.807 kes biyanî bi temamî 49.589 kes jiyana xwe ji dest dane. Oktay di dewama ragihandina xwe de got ku di kampanya alîkariyê de ya bi navê ‘Turkiye tek yürek’ de miqdarê ku soz dane gihaye 82 milyar 454 milyon û 611 hezar lîreyî û ketiye hesabê AFAD ê. Heya niha 345.097 hemwelatî adresên xwe ji herêma erdhejê guhertine.
Di rabûna lehiyê de 18 hemwelatî can dane û li 3 hemwelatiyên wendayî hê jî digerin. Pirsigrêkên di bendava Atatürk de çareser bûne. Ji do bi şev de tesîsa paqijkirina avê bi temamî dixebite. Av gihaye nîvê aboneyan. Wê îşev av bigihê temamê aboneyan.
Ji dezge û saziyên me heya niha ji bo herêma erdhejê 31 mîlyar TL pere hatiye şandin. Perê ku heya niha gihaye hev, wê ji bo avakirina herêma erdhejê û pêdiviyên mexdûran bê serfkirin.
Rakirina enkazan dewam dike. Li 154 ciyan xebatên testên zemînê tênkirin. Ji bo avakirina bajaran ya ji nûh de, xebata dewletê bi heyetekî zanyaran re dimeşe. Jîngehên hene yek bi yek tên kontrolkirin. Wezareta bajarvaniyê û hawirdoriyê bi destê TOKİ yê 35 hezar xanî ava dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin