Kremlîn: Navbeynkariya Erdogan ne pêkan e!

Kremlîn: Navbeynkariya Erdogan ne pêkan e!

PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan nikare di kêşeya Rûsya û Ûkraynayê de bibe navbeynkar.

Peskov di hevpeyvîna xwe ya doh a bi medyaya Rûsyayê re li ser pirsa gelo Erdogan dikare rola navbeynkariyê bigire ser milê xwe wiha bersivand: "Na, ev ne pêkan e."

Li gorî nûçeya televîzyona fermî ya Rûsyayê, Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di çarçoveya Lûtkeya Rêxistina Hevkariya Şanghayê ya ku li Astanaya paytextê Kazakistanê hat lidarxistin de, bi hemtayê xwe yê Tirkiyeyê re civiya.

Peskov da zanîn ku Putin û Erdogan di hevdîtina xwe ya li Astanaya paytexta Kazaxistanê de wê li ser mijara Sûriyê gotûbêj bikin.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin