PeyamaKurd - Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS), ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) daxwaz kir ku çarenivîsa kesên ji aliyê asayîşa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve hatine revandin bê diyarkirin.
ENKSê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan di civîna li gel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de lîsteya wan kesên çarenivîsa wan nediyare pêşkeş kiriye ku ji aliyê PYDê ve li bajar û navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê hatine revandin.
ENKSê diyar kir ku PYD divê çarenivîsa wan revandiyan eşkere bike û bibîr xist: “Yek ji xalên nakokiyên serekî yên ENKSê li gel PYDê di civînên aştiyê de eşkerekirina çarenivîsa wan revandiyan e.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin