PeyamaKurd – Kanala televîzyonî ya El-Mesîra ya girêdayî Hûsiyan ragihand ku DYA û Îngilîstanê bi giştî 6 êrîşên hewayî birin ser herêma El-Erac a navçeya Bacil a bajarê Hudeyde û herêma Ras Îsa ya li navçeya Es-Selîf.
Di nûçeya televîzyona El-Mesîra ya Hûsiyan de hat diyarkirin ku DYA û Îngilîstanê 3 êrîşên hewayî birin ser herêma El-Erac a li navçeya Bacil a bajarê Hudeydê.
Di nûçeyê de hat ragihandin ku balafirên şer ên DYA û Îngilîstanê 3 caran êrîşî herêma Ras Îsa ya navçeya El-Selîf a Hudeydê kirin.
Derbarê mijarê de heta niha ji DYA û Îngilîstanê tu daxuyanî nehatiye dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin