PeyamaKurd – Hikûmeta Japonyayê ragihand, ew ê 7,6 milyar dolar alîkarî bide Ukraynayê.
Hikûmeta Japonyayê soz da, 7,6 milyar dolar alîkarî bide Ukraynaya ku Rûsya êrîşên xwe li hemberî wê didomîne.
Wezîrê Derve yê Japonyayê Hayashi Yoshimasa di çarçoveya têkiliyên xwe yên li Brukselê de bi Wezîrê Derve yê Ukraynayê Dmitro Kuleba re hat cem hev.
Wezîr Hayashi diyar kir, hikûmeta Japonyayê soz daye ku 7,6 mîlyar dolar alîkarî di beşên cuda de pêşkêşî Ukraynayê bike, ku Rûsya êrîşên xwe lê didomîne.
Serokwezîrê Japonyayê ku wê di meha Gulanê de mazûvaniya Lûtkeya Lîderên G7 bike, Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy vexwend ku li ser înternetê beşdarî lûtkeyê bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin