Qesra Spî: Trump hisê xwe xwariye

Qesra Spî: Trump hisê xwe xwariye

PeyamaKurd -  Serokê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump ragihand ku eger ew ji nû ve wek serokê DYAyê bê hilbijartin, ew ê Rûsyayê teşwîq bike ku êrişî welatên endamên NATOyê yên ku fatoreyên endamtiya xwe ya NATOyê nadin, bike.

Donald Trumpê ku di pêşbirka endamtiya Partiya Komarparêz a ji bo hilbijartina namzediya serokatiya DYAyê de bi ferqeke mezin li pêş e, di axaftina xwe ya mîtînga pêşhilbijartinê ya Carolina Başûr de got ku serokekî welatê endamê NATOyê jêpirsiye; "Gelo em fatoreyên xwe nedin û Rûsya êrişî me bike, hun ê çi bikin?" û wî jî wek bersiv gotiye; "Em ê we neparêzin, heta em ê ji bo êrişî we bike, Rûsyayê teşwîq bikin." 

Piştî vê axaftina Donald Trump, Qesra Spî daxuyaniyekê belav kir û axaftina wî wek "Xeternak" pênase kir.

Di daxuyaniya Qesrê de hatiye gotin ku "Trump hişê xwe xwariye."

Di rêzikên NATOyê de hatiye mîsogerkirin ku ger endamekî NATOyê ji alî welatekî din ve rastî êrişekê bibe, divê hemû welatên endamên NATOyê, li dijî wî welatê ku êriş dike şer bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin