PeyamaKurd – Li bajaroka Tirbespisîyê ya Rojavayê Kurdistanê di encama teqînekê de 3 zarokan can da.
Hat ragihandin ku îro li kolana giştî li pêşiya Navenda Berîdê ya navçeya Tirbespiyê ya girêdayî Qamişloyê, otomobîleke bombebarkirî hat teqandin.
Li gorî çavkaniyên herêmê otomobîl berê li wê derê hatiye danîn û piştre li demjimêr dor 11:00ê îro teqîneke bihêz çêbûye.
Li gorî agahiyên destpêkê di encama teqînê de, 3 zarokan jiyana xwe ji dest da.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin