Grûba xwest li Kirgizîstanê derbe bike, bi wan re 255 hezar û 238 muhîmmat hat girtin

Grûba xwest li Kirgizîstanê derbe bike, bi wan re 255 hezar û 238 muhîmmat hat girtin

PeyamaKurd – Hêzên dewletê yên Kirgizîstanê grûbekî bi gumana kirina derbê xist bin çav û paşî avêtin ser navnîşanên wan. Di avêtina ser navnîşanan de, 255 hezar û 238 muhîmmat û nasnameyekî leşkerî ya parlementerekî yê bi navê Mamatkanov ket dest.

Di daxwuyaniya komîta ewlehiya neteweyî ya Kirgizîstanê de hat ragihandin ku grûbekî herifîner xwestiye di rêya şiddetê de desthilatê bixe destê xwe. Hêzên asayîşê avêtine ser adresên wan û di encamê de muhîmmatên han xistine dest:

“50 tiving, 20 demançe, 255 hezar û 238 muhîmmat, 200 unîformayên hêzên asayişê, 150 şewqeyên polîsan,100 heb şewqên leşkeran, 38 heb êlekên ku di wan de gule naçin, 2 heb drone û teqemeniyên ku bi dest hatine çêkirin hene.”

Navê grûbê û armanca grûbê nehat ragihandin bê çi daxwazên wan hene.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin