PeyamaKurd – Kazakistan ragihand ku ji bo 300 hezar ton petrolê bişînin Almanya bi Almanya re lihev kirine. Wezîrê enerjiyê yê Kazakistanê Bolat Akçulakov got ku wê di meha nîsanê de 20 hezar ton petrola dinê jî îxracê Almanya bikin. Akçulakov ragihand ku di çarçoveya peymanê de wê bi temamî 300 hezar ton petrolê sewqê Almanya bikin û weha dewam kir:
“Li gor egera peymanê; ji 300 hezar tonî em ê her meh 20 hezar tonpetrolê bişînin Almanya”
Şîrketa netewî ya petrolê ya gihandinê ya Kazakistanê KazTransOil, ragihandibû ku di 25 ê meha sibatê de 20 hezar petrola Kazakistanê ji bo îxracê Almanya bikin, sewqiyata wê kirine termînala ser sînorê Polonya ya bi navê Adamova Zastavayê.
KazTransOil, ji bo meha adarê jî ragihandibû ku wê 20 hezar ton bişînin Almanya.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin