PeyamaKurd – Spikera Rûs ya ku serokê Rûsya Putin gelek jê hez dike Olga Skabeyeva, dinyayê tehdîd kir û got ku wê Rojava nikare Rûsyayê têkbibe. Olga Skabeyeva weha got:
“Rûsya wê Kîev, Londra û Washingtonê ji ortê rake. Çi dixwazin? Li hemberê Rûsyayê serkeftinê dixwazin. Heya teqîna nukleerî çênebe, li hemberê Rûsyayê serkeftin çênabe.”
Olga Skabeyeva di televîzyonekî terefdarê Putin e de dixebite û gotinên wê yên li jorê di manşetên çapemeniya dinyayê de hatin belavkirin. Skabeyeva got ku Îngîltere û Rojava bi Armageddonekî re an ku bi şerekî ku qiyametê bi xwe re radike rû bi rû ye û tehdîdên li Rûsyayê têkirin, wê bibe sedema herifandinekî li seranserê dinyayê.
Olga Skabeyeva got ku serokwezîra nû ya Îngîltere Liz Truss hewl dide ku Rûsyayê têkbibe; li ser navê dinyayê felaketekî daye ber çavê xwe û heya teqîneka nukleerî nebe, serkeftina wan nabe.
Serokwezîra Îngîltere Liz Truss, li ser ragihandina seferberiya Putin ya li Rûsyayê, axaftina ku li hemberê kiryara Putin di NY de kiribû, niha Olga bersiva wê axaftinê li jorê da.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin