YA ji bo Ûkraynayê 220 hezar gulên topan û 1.300 fuzeyan amade kiriye

YA ji bo Ûkraynayê 220 hezar gulên topan û 1.300 fuzeyan amade kiriye

PeyamaKurd – Nûnerê bilind yê siyaseta ewlehiyê û karên derve yê Yekîtiya Awrûpayê Josep Borrell ragihand ku wan di çarçoveya planekî girîng de 2 meh berê ji bo Ûkraynayê 220 hezar guleyên topan û 1.300 fuze amade kirine. Borrell ragihandina xwe li payîtexta Belçîkayê li Brukselê di civîna wezîrên bergiriyê yên welatên Yekîtiya Awrûpa de kir.

Borrell got ku welatên YA di 20 ê adarê de plana ku di sê astan de pêk were, vê paketa destekê amade kirine. YA di nav salekî de ji bo bigihên desteka 1 milyon muhîmmatê pêşde diçin û got:

“Roj, hefte û mehên pêşiya me wê di şerê Ûkrayna de weka stratejîk mohra xwe lê bide. Perwerda pîlotên F-16 an jî li çend welatan destpêkiriye û ev jî me kêfxweş kiriye. Hinek wext jê re pêwiste.”

Plana ku Borrell behsa wê dike paketa bi bihayê 2 milyar Ewroye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin