Serok Masûd Barzanî peyamekî sersaxiyê belav kir

Serok Masûd Barzanî peyamekî sersaxiyê belav kir

PeyamaKurd- Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bo koça dawî ya Mamoste Mela Resûl Mihemed Siweylî, peyamekî şand bo malbata wî û taziya malbatê kir. Naveroka peyama serok Barzanî weha ye:

“Bo malbata rêzdar Mamoste Mela Resûl Mela Mihemed Nadir Siweylî,

Min wefata muezinê mizgefta Elî Kemal ya li Silêmaniyê ku di mijara îlahiyên olî de, bûye malê civakê, Mamoste Mela Resûl Mela Mihemed Nadir Siweylî bi keder û xemgînî bihîst. Bi munasebeta wefata mamoste yê hêja, di serî de bo malbata wî ya têkoşer, dostên wî yên nêz, taziyeyên xwe araste dikim û dixwazim bizanin ku hevparê xema wan im.

Ji Xwedayê dilovan dixwazim ku mamoste qebûl bike mekanê bihişta xwe. Sebr û aramî bo malbat û mirovên wî yên nêz dixwazim.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin