Pompeo: “Îran stoka xwe ya ûranyûmê 10 car zêdetir kiriye”

Pompeo: “Îran stoka xwe ya ûranyûmê 10 car zêdetir kiriye”

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku li gor peymana Îranê ku bi dewletên rojava re îmzekiriye û miqdarê ku di peymanê (JCPOA) de hatiye nîşandan, Îran deh car di ser wê miqdarê de ûranyûm stok kiriye.

Pompeo, peyama xwe di ser hesabê xwe yê Twitterê de belav kir û gotina xwe ber bi Fransa, Almanya û Îtalyayê de şand û weha got:

“Welatên E3 û yên din divê bizanibin ku peyman bû dîrok û çû. Di mijara dorpêçên ser Îranê de divê tevlî me bibin. Zordayîn û muzakere tekane rê ye.”

Amerîka berê ragihandibû ku ji peymanê vedikişin û têkiliya wan bi peymanê re nemaye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin