Seyara Merkurê ji texmînan zêdetir biçûk bûye

Seyara Merkurê ji texmînan zêdetir biçûk bûye

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku seyara (peyk) Merkurê ya ku herî nêzî Rojêye, ji roja çêbûna wê heya niha, bi sedema germbûn û sarbûnê, li gor hesabê berê ku hatibû kirin, bêhtir biçûk bûye.

Lêkolînên nûh nîşan didin ku li gor tesbîtên niha; Merkur %10 heya %30an biçûk bûye. Merkur a bi milyar salan berê afiriye, enerjiya xwe ya esasî wenda kiriye, nava wê sar bûye, hecma wê biçûk bûye, li ser rûyê wê şeklên weka kendal û qermûçekan çêbûne.

Zanyarên dinyayê van çêbûnên erdnîgarî weka delîlekî biçûkbûna Merkurê qebûl dikin. Dibe ku asteroid û stêrka bi qemçik (dûvik) dema lê ketibin, tebeqeyekî ji molozan li serê çêkiribin û dibe ku hinek ji ser şopa biçûkbûna wê (givaştina ser hev) girtibe.

Lêkolîner doneyên ku ji MESSENGER a NASAyê girtine vekolane, têkiliyên navbera hilûbûna ser rûyê wê û jeolojiya wê analîz kirine. Li gor hesabê kirine; her tişt nîşan dide ku Merkur %10 heya %30 biçûk bûye.

Destnîşankirina biçûkbûna Merkurê ku çendîn biçûk bûye, dendika wê ya di ser normalê de mezine, ji aliyê fêmkirina hundirê wê girîng e.

Alava BepiColombo ya bi hevkariya Ewrûpa-Japonya hatiye afirandin, doneyên topografîk yên ku ji Merkurê bên bidestxistin, ji bo guherîna dendika Merkurê ya di nava pêvajoyê de ku çi guherîn tê de bûye ji bo bê fêmkirin û ji bo miqdarê biçûkbûna wê bê fêmkirin, dê bêhtir her tiştî zelal bike.