Serokwezîrê Flandersê pîrozî li Nêçîrvan Barzanî kir

Serokwezîrê Flandersê pîrozî li Nêçîrvan Barzanî kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Flanders a Belçîkayê Geert Bourgeois, peyameke pîrozbahiyê ji Serokê Hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şand û got,  “Şanaziyê bi vê hemahengiya bihêz dikim ku me ligel hikûmeta te hebû.” 

Serokwezîrê Herêma Flanders a Belçîkayê Geert Bourgeois di peyama xwe de wiha got: “Ez wek Serokwezîrê Karbirêker ê hikûmeta Flanderzê dixwazim pîrozbahiyê li we bikim bi helkefta serkeftina we di hilbijartinê de û herwiha destnîşankirina we weke Serokê Herêma Kurdistanê.” 

Geert Bourgeois di peyama xwe de diyar kir: “Şanazî bi vê hemahengiya bihêz dikim ku me ligel hikûmeta te hebû. Serdana min bo welatê we di Nîsana 2016an de, dê wek yek ji serdanên min ên xuya di heyama karkirina min weke serokwezîr de bimîne. Careke din pîrozbahiyê li we dikim û hêviya serkeftinê di erkê serokatiyê de ji we re dixwazim.”

Serokê nû yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku 28ê Gulana 2019an ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve hat hilbijartin, roja 10ê Hezîrana 2019an li hola Şehîd Seid Ebdullah a paytexta Herêma Kurdistanê, bi merasîmeke fermî sonda yasayî ya seroktiyê dixwe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin