Îro 77emîn salvegera PDKê ye

Îro 77emîn salvegera PDKê ye

PeyamaKurd – Îro 77mîn salvegera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ye.

PDK di 16ê Tebaxa 1946an de li paytexta Komara Kurdistanê Mehabadê di bin serokatiya Rêberê Nemir Mele Mistefa Barzanî de hat damezrandin.

Armanca avakirina PDKê; Ew bû ku li Başûrê Kurdistanê di bin dagirkeriya Iraqê de dewleteke serbixwe ya Kurdistanê bi hemû pêkhateyên olî û etnîkî ve ava bike.

Partî ku di sala 1946an de dema hat damezrandin navê wê Partiya Demokrat a Kurdistanê bû, di kongreya ku di sala 1953an de li Kerkûkê hat lidarxistin de navê Partiya Demokrat a Kurdistanê girt.

Yekemîn kongreya PDKê li mala Seîd Fehîm Feylî li Bexdayê hat lidarxistin. 70 endam beşdarî vê kongreyê bûn. Ji van endaman Elî Abdullah, Cafer Hebîb, Muhammed Kerîm, Salih Yûsif û çend endaman bernameya partiyê diyar kirin.

Di encama hilbijartina ku di kongreyê de hat kirin de Mele Mistefa Barzanî wek Serokê PDKê hat hilbijartin.

PDKê di Adara 1951ê de li mala Elî Hemdî ya li Bexdayê kongreya xwe ya duyemîn li dar xist. Kongreya sêyemîn di sala 1953an de li Kerkûkê hat lidarxistin. Kongreya 4. di sala 1959an de li mala Ziyade Koyî li Bexdayê hat lidarxistin.

PDK 77 sal in di qada siyasî, civakî, aborî, herêmî û navneteweyî de cih digire.

Li gor encamên dawî yên hilbijartinên Kurdistan û Iraqê, PDK wek partiya herî bihêz û yekem heta niha jî jiyana xwe ya siyasî berdewam dike.

II. PDK di demekê de ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyem di nav bêhêvîtiyê de bû, hat damezrandin, PDK li Kurdistanê partiya yekem e.

 

Di dema damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê de, Serok Mesûd Barzanî di bin ala Komara Kurdistanê de li Mehabadê ji dayik bû.

Di kongreya ku di 4ê Cotmeha 1979an de li herêma Mêrgeverê hat lidarxistin, Serok Mesûd Barzanî wek Serokê PDKê hat hilbijartin.

Piştî têkoşîneke dirêj di sala 1992an de Rêveberiya Herêma Kurdistanê hate avakirin. Yekem parlamento û hikûmet hat ragihandin.

Serokê niha yê PDKê Mesûd Barzanî di sala 2005ê de li Parlamentoya Kurdistanê wek Serokê Herêma Kurdistanê hat hilbijartin.

PDK di hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de wek partiya yekem li seranserê Kurdistanê derket û bi Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û partiyên din re hikûmeta hevpeymaniyê ava kir.

Di sala 2017ê de, serkirdayetiya Herêma Kurdistanê di bin serokatiya Serok Mesûd Barzanî de biryara referandumê da û PDK jî bi awayekî aktîf beşdarî proseya referandumê bû. Di referanduma ku PDKê roleke girîng tê de hebû, gelê Kurdistanê bi rêjeya ji sedî 93 dengê “erê” serxwebûnê pejirand.

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ku di hilbijartinên borî yên Iraqê de serkeftinek mezin bi dest xist, dîsa bû partiya yekem li Herêma Kurdistanê û karî bû yek ji hêzên siyasî yên herî bibandor li Iraqê.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin