Papa bi grûbên ji Îsraîlê û Xezzayê re hevdîtin kir

Papa bi grûbên ji Îsraîlê û Xezzayê re hevdîtin kir

PeyamaKurd – Serokê rûhanî yê dinya katolîkan yê Vatîkanê Papa Francesco, li Vatîkanê ji Xezzayê yek û ji Îsraîlê bi yek grûbekî re hevdîtin kir û banga aştiyê kir.

Papa, serê siba piştî hevdîtinên taybet, ji xelkê re aşkera merasima qebûlê kir û di axaftina xwe de got:

“Min vê sibê ji Xezzayê grûbekî ku mirovên wan ji terefê Îsraîlê de dîl hatine girtin û ji Îsraîlê ku mirovên wan ji terefê Hamasê de dîl hatine girtin, 2 heyetan qebûl kir. Gelek êşê dikşînin û min hîs kir ku her dû teref çawa êşê dikşînin. Ev, encama şaraye lê me ji şer derbas kir û ev ne şerkirine, terorîzm e.”

Paşî Papa, vîdeoyekî bi navê ‘Banga aştiyê ya li ser axa pîroz’ belav kir. Papa di vîdeoyê de got ku gelên Îsraîlê û Fîlîstînê birane û mafê wane ku di nav aştiyê de bi hev re bijîn. Papa weha dewam kir:

“Li ser axa pîroz bûyerên ku dibin gelek xeterin. Mijarên ku li ser wan li hev nakin, ne bi kuştinê lê em di’a bikin ku bi diyalogan çareser bikin.”

Niha di raya giştî de ku li ser devê heyetên ku çûne Vatîkanê dibêjin ku Papa gotiye ev “komkujiye” lê Vatîkanê nerastiya gotinê ragihand.

Berdevkê Vatîkanê yê çapemeniyê Matteo Bruni got ku Papa gotna komkujiyê bikarnaniye lê gotinên weka wê serf kiriye.

Heyeta ji Fîlîstînê Papa dawet kiriye Xezzayê û Papa gotiye ku şert dest bidin, wê karibe seredana Xezzayê bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin