PeyamaKurd – Li Kolombiyayê li herêma Choyoyê li qeseba Carmen de Atrato, li ser rêya otoyê hez li erdê ket. Di encamê de 33 kes mirin û 19 kes birîndar bûn.
Cîgirê serokkomarê Kolombiyayê Francia Marquez, di ser hesabê xwe yê Xê de weha ragihand:
“Li gor rapora ku ji herêmê hatiye; heya niha 33 kes mirine ku piraniya wan zarokin. Em bi bûyerê xemgînin û bi malbatan re di nav pêwendiyan de ne.”
Serokkomarê Kolombiyayê Gustavo Petro, di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku tîmên lêgerîn-rizgarkirinê şandine ciyê bûyerê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin